UK NEWSUncategorized @kuپەنابەرانژنان و پەرەپێدانفێربوون و تەكنەلۆژیا

Şandeyeke Bilind a Tevgera Azadiyê Serdana Saziya Rewşenbîrên Kurd Kir

(Kurmancî)

Şandeyeke Bilind a Tevgera Azadiyê Serdana Saziya Rewşenbîrên Kurd Kir

West Bromwich, Brîtanya,

Saziya Rewşenbîrên Kurd, li navenda xwe ya sereke li bajarê West Bromwichê, bi germî pêşwaziya şandeyeke bilind a Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê kir ku ji Ewropayê hatibûn.

Şandeya mêvan ji birêzan Heval Omer (Hevserokê Tevgera Azadiyê), Heval Peyman, Dr. Merîwan, Dr. Sirwe û Heval Elî pêk dihat. Şande ji aliyê birêzan Gove Ehmed (Serokê Saziya Rewşenbîrên Kurd), Aras Bilbas (Sekreterê Saziyê), û Mamoste Bekir (Berpirsê Navenda Civakî ya Saziyê) ve hat pêşwazîkirin.

Giringiya Piştgiriya Prosesa Aştî û Azadiyê

Di hevdîtineke germ û dostane de, gotûbêj li ser rewşa giştî ya Kurdistanê û giringiya yekrêziya neteweyî hatin kirin. Herdu aliyan tekezî li ser giringiya piştgirîkirina prosesa aştiyê li Bakurê Kurdistanê kirin û ev yek weke erkekî neteweyî ji bo tevahiya gelê Kurd bi nav kirin.

Di heman demê de, bal hat kişandin ser pêwîstiya piştgirîkirina kampanyayên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hemû girtiyên siyasî. Di vê çarçoveyê de, rola Kurdên li derveyî welat di piştgiriya van hewldanan de weke mijareke gelek giring hat wesifandin û têkoşîna niştimanî û neteweyî weke erkê li ser milê her takekesekî Kurd hat pênasekirin.

Xurtkirina Têkiliyan û Karê Hevpar

Şandeya mêvan pesnê kar û çalakiyên Saziya Rewşenbîrên Kurd da û rola saziyê weke navendeke bêalî ji bo pêşxistina hişyariya takekesê Kurd û geşepêdana civaka Kurdî bilind nirxand.

Ji aliyê xwe ve, Saziya Rewşenbîrên Kurd amadebûna xwe ji bo her cure hevkariyeke hevpar di paşerojê de nîşan da, bi armanca xurtkirina têkiliyan û berfirehkirina xizmetguzariyan ji bo civaka Kurdî li Brîtanyayê.

Di dawiya hevdîtinê de, şandeya Tevgera Azadiyê ji bo mêvanperwerî û pêşwaziya germ spasiya Saziya Rewşenbîrên Kurd kir.

Show More

Related Articles

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Back to top button